Rêveberiya Xweser der barê êrişên dewleta Tirk de dosyayek radest kir

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên ji 5 heta 10’ê Cotmeha 2023’yan yên dewleta Tirk a dagirker dosyayeke bi wêne amade kir.
Li gorî dosyayê, artêşa Tirk a dagirker 224 cih bi 304 êrişên hewayî û bejayî kirine hedef, ji wan 224 cih bi topan û çekên giran û 83 cih bi balafirên bêmirov û yên şer hatine hedefkirin.

Dewleta Tirk a qirker 5’ê Cotmehê êrişeke nû ya berfireh li ser herêmê da despêkirin.

Di vê êrişê de her tişt da ber xwe û êrişî her devera vê herêmê kir.

Çavkaniya sereke yên vê herêmê kir armanca êrişên xwe.

Êrişî stasyonên kehrebeyê ,nuqteyên petrolê û navendên tenduristiyê kir û di encamê de ji xizmeê derketin.

Xweste aramî û ewlehiya li herêmê xira bike .

Di encama êrişan de 47 kesan jiyana xwe ji dest dan, 55 kes jî birîndar bûn .

Zirarê madî jî bi qasî 56 mîlyon dolarî çêbûn.

Rêveberiya Xweserjî der barê êrişên dewleta Tirk de dosyayek radest kir.

Ev dosya wê bighê ber destê gelek aliyên navneteweyî, rêxistinên hiqûqî û qanûnî.

Daîreya Têkiliyên Derve diyar kir ku wê dosya bi rêya email ji van aliyan re şandiye:

  • Nivîsgeha sekreterê giştî yê (NY) Antonio Guterres.
  • Cîgirê sekreterê giştî yê kar û barên mirovî yê NY′yê Martin Griffith.
  • Nivîsgeha nûnerê NY′yê yê taybet ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen.
  • Nûnertiyên Amerîka, Brîtanya, Frans, Almanya, Siwêd, Fînland, Holand û Yewnanistanê yên NY’yê li Cinêvê.
  • Komseya Mafên Mirovan a NY’yê.
  • Komîteya Lêkolînê ya NY′yê
  • Wezareta Karên Derve ya Swîsrayê.
  • Rêxistina SÎTÎM a Swîsrayê.
  • Peymangeha Lêkolînên Bilind a Cinêvê.
  • Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî.
  • Rêxistina Human Rights Watch.
  • Dezgehên çapemeniyê yên xwecih û yên navneteweyî.
  • Wezaretên karên derve yên YE, Belçîkayê û Holandayê.
  • Parlamenterên Ewropa û Belçîkayê.
  • Kesayet û partiyên siyasî yên Belçîka, Holanda û Luksemburgê.
  • Saziyên civaka sivîl û rêxistinên xwecih û navneteweyî yên Belçîkayê.
  • Wezareta Kar û Barên Ewropayê û ya Derve.
  • Rêxistinên navneteweyî û nivîsgehên wan ên Awusturyayê.

Back to top button