Bîlançoya ziyanên êrişên dawî ên dewleta Tirk hat eşkerekirin

Dewleta Tirk a dagirker di navbera 5 û 9’ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dijwar pêk anî.
Rêveberiya Xweser bîlançoya ziyanên êrişan eşkere kir.
Di êrişan 44 welatî û şervan şehîd bûn.
104 cih, avahî û navendên xizmetê hatin hedefgirtin.
Rêveberiya Xweser bang li komîteyên navneteweyî kir ku der barê sûcên dewleta Tirk de lêpirsîneke zelal vekin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi civîneke çapemeniyê bîlançoya ziyanên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên navbera 5 û 9′ê mehê de pêk anîn, eşkere kir.

Civîna çapemeniyê li Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Qamişloyê hate lidarxistin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis daxuyanî xwend.

Li gorî wê:

  • 17 sazî û cihên gazê û petrolê hatin hedefgirtin, zêdetirî 5 milyon welatiyên herêmê zirar dîtin.
  • 11 stasyonên kehrebeyê hatin hedefgirtin, zêdetirî 2 milyon kesên li Hesekê, Amûdê, Rimêlan, Tirbespiyê, Qamişlo, Dirbêsiyê zirar dîtin.
  • 2 cihên avê hatin hedefgirtin, di encamê de 18 stasyonên li herêma Cizîrê ji ber qutbûna kehrebeyê ji xizmetê derketin.
  • 2 nexweşxane li herêma Cizîrê û Kobanê bi temamî ji xizmetê derketin.
  • Xebatên perwerdeyê sekinîn, 48 navendên perwerdeyê hatin hedefgirtin û bi hezaran xwendekar bê perwerde man.
  • Di êrişên dijî wan navendan de 2 zarok şehîd bûn, zarokek jî bi giranî birîndar bû.
  • 3 saziyên pîşesaziyê li gelek herêmên Cizîr û Kobanê ji xizmetê derketin.
  • Akademiya Têkoşîna Dijî Madeyên Hişbir ya taybet a perwerdekirina Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi temamî hate wêrankirin.

Rêveberiya Xweser: 104 cih, avahî û navendên xizmetê hatin hedefgirtin

Bi giştî 104 cih, avahî, navendên kehrebe, petrol û perwerdê hatine hedefgirtin, hinek ji wan bi temamî wêran bûn û ji xizmetê derketin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 5 heta 9′ê Cotmehê 580 êrişên hewayî û bejahî ji Dêrikê heta bi Şehbayê pêk anîn.

Rêveberiya Xweser: 44 welatî û şervan şehîd bûn û 55 jî birîndar bûn

Rêveberiyê da zanîn ku di encama êrişan de, di nav de zarok, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şervanên QSD′ê 44 welatî şehîd bûn, 55 jî birîndar bûn.

Rêveberiya Xweser eşkere kir ku ew ê tekoşîna xwe ya parastina destkeftiyên şehîdan û li dijî terorê dewam bikin.

Rêveberiyê bang li tevahî hêzên li Sûriyê yên aktîf, saziyên NY, mafên mirovan û çalakvanên civakî û sivîl kir ku helwesteke zelal li dijî sûcên dewleta Tirk nîşan bidin.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew bi israr in ku ji hêla komîteyên navneteweyî yên pispor ve lêpirsîneke zelal a derbarê sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê de pêk were.

Back to top button