​​​​​​​Rûspiyên êlên Ereb û Kurd: Hevgirtin mîsogeriya têkbirina dewleta Tirk e

Rûspî û serokeşîrên herêmê jî li dijî êrişên Tirkiyê xwedî helwest in û bi tundî red dikin. Rûspiyê êla Fatimê ya Hesekê Ebdullah Fatimê û Serokê Meclisa êla El-Cebûr Fewaz El-Milhim li dijî êrişan banga hevgirtinê li gelên herêmê kirin. 

Bi van gotinan Rûspiyê êla Fatimê ya Hesekê Edullah Fatimê, armanca êrişên dawî yên dewleta Tirk li ser Başûr û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir.

Edullah Fatimê anî ziman ew ti carî van êrişan qebûl nakin û bi her awayî li dijî wan wê li ber xwe bidin.

Ne tenê rûspiyên herêmê yên Kurd, rûspiyên ereb jî li dijî van êrişan hean helwestê nîşan didin.

Serokê Meclisa Qebîleya El-Cebûr Fewaz El-Zewba El-Milhim jî teqez kir divê parastina axa ku di parastina wê de bi hezaran şehîd hatin dayîn, were kirin.

Fewaz El-Zewba bang li gelên herêmê kir ku li dijî van êrişan hevgirtî bin.

Back to top button