Li Başûrê Kurdisanê û Iraqê Ji ber bahozê hezar û 800 kesan serî li nexweşxaneyan da

Li Iraq û Sûriyê çend roj in bahoza tozê rabûye û bi xwe re encamên nebaş anîne.
Taybet li Başûrê Kurdisanê û Iraqê ku di encama vê bahozê de ji ber bêhnçikandinê nêzî 2 hezar kesî serî li nexweşxaneyan dan.

Demek e li çend deverên Sûriye û Iraqê bahoza tozê rabûye û rewşa hewayê pê xerab bûye.

Taybet li Iraqê ku piraniya parêzgehên wê bi vê baozê bandor bûn.

Ajansa fermî ya Iraqê ragihand ji ber vê pêla tozê li çend parêzgehên Iraqê hezar û 800 kes bandor bûn û bêhna wan çikiya.

Ev parêzgeh jî, Bexda, Enbar, Necef û Selahedîn bûn.

Li Hewlêr, Germiyan û Silêmaniyê toz rabû

Ne tenê li parêzgehên Iraqê,

Ev bahoz gihişt bajarên Başûrê Kurdistanê jî û bû sedem ku dîtin li nav kolanan û li ser rêyan kêm bibe.

Taybet li Hewlêr û derdora wê, Germiyan û Silêmaniyê ev toz belav bû.

Back to top button