Ermenîstan..Dijberên Paşînyan li qadan daxwaza îstifaya wî kirin

Li Ermenîstanê careke din aloziya dijberê hikumetê zêde bûye. Mixalîfên Ermenîstanê bi daxwaza îstifayê li dijî hikumeta Paşînyan meş û mîtîgeke girseyî lidar xistin. Di meşê de car din nerazîbûnên li dijî mijara radestkirina Qerebaxa Jorîn ji Azerbaycanê re ku Paşîniyan ji vê tê sûcbarkirin hate ziman.

Doh li paytexta Ermenistanê Êrîvanê bi hezaran kes li 11 kolanan heta meydana Franas ya Haraparak–ê dest bi meşê kirin.

Li wir mitîngek hat lidarxistin.

Ji muxelafetê Cîgirê Serokê Meclîsê Îşxan Saxatelyan axaftinek kir û got:

“Em wek gelê Ermenî ev hukumeta heyî qebûl nakin, ji ber rêya ku pêde diçe ne raste û ev hukumet temsîla gelê Ermenî nake.

Ji bo wê pewîstê Nîkol Paşînyan dest ji erka xwe berde.”

Saxatelyan axaftna xwe domand û anî ziman;

“Ew hukumeta ku daxwaza Azerbaycanê qebûl dike, gel jî wê huumetê qebûl nake.

Ji ber ku Qerabax ya me ye.”

Piştî axaftin bi dawî bû, gel ber bi parlementoyê ve meşiya û ji wir jî heta bi mala Nîkol Paşînyan û heta Wezerat Karê Derve meşa xwe domand.

Di meşê de gel bi domdarî dirûşmeyên, “Xayîn Nîkol” û “Ermenistaneke bê Tirkan, em Tirkan li welatê xwe naxwazin” berzkirin.

Piştre gel ber bi meydana ku ev bi rojêne çalakî lê tê lidarxistin çûn û li wir jî kom bûn.

Di dema meşê de carna di navbera polîs û gel de pevçûn derdiketin.

Ji roja ku şerê di navbera Azerî û Ermenan ya 2020’an de bi nevbenykariya Rûsyayê sekinî û agirbest hat ragihand.

Muxelafet ev rewş qebûl nekir û li hemberî desthilatdariyê heya niha meş û mitîngan lidar dixin.

Mixalefet li ser vê yekê jî zêde dike û hikumetê bi îxanetê tewanbar dikin.

Bi taybet piştî hevdîtina Nîkol Paşînyan û Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev ya li Brukselê her ku çû alozî li Ermenistanê zêdetir bû.

Mixalefet dibêje heta îstifaya Serokwezîr Nîkol Paşînyan pêk neyê ew ê her li qadan bin.

Ji 2’ê Nîsanê ve li Ermenîstanê xwepêşandanan careke din despê kiribû.

Heta niha bi sedan kes di van xwepêşandanan de hatine binçavkirin.

Back to top button