Çeteyan ji navçeya Mabatayê ya Efrîna dagirkirî jineke din revand

Çeteyên dewleta Tirk di roja duyem a Cejina Remezanê de jî sûcên xwe ranewestandin û revandina şêniyên Efrînê domand.
Çeteyan ji navçeya Mabatayê jineke din revand.

Ajansa Hawarê li gorî çavkaniyên xwe ragihand ”Çeteyên dewleta Tirk 3’ê Gulanê jinek ji gundê Şîtka yê navçeya Mabatayê li ser benda kontrolê ya li têketina Efrînê revand.”

Li gorî heman çavkaniyê jina revandî Arîn Fexrî Muslim e û temenê wê 37 sal in.

Hat ragihandin ku Arîn dayika du zarokan e û heta niha çarenivîsa wê mîna gelek kesên din, nediyar e.

Back to top button