Murad Karayilan: Şerê Zap û Avaşînê wê qedera gelê Kurd diyar bike

Li Zap û Avaşînê şerekî netewî heye û encama vî şerî wê qeder û paşreroja gelê Kurd diyar bike. Ev pênasekirin ji aliyê Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murad Karayilan ve hate kirin. Karayilan anî ziman ku artêşa Tirk li hemberî berxwedana gerîlla xetimî ye û got: Barê hevalên li Zap û Avaşînê giran e. Lewma çi ji destê kê tê divê bike.” 

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murad Karayilan êrişên dagirkeriya Tirk û berxwedana gerîla ji radyoya Dengê Welat re nirxand.

Karayilan diyar kir ku rêjîma AKP-MHP’ê ya fermanda têkbirina hebûna gerlê Kurd daye desthilatdariyek ne ji rêzê ye û got;

Ev hukûmet ji bo têkbirina destketiyên gelê Kurd ava bû. Hebûna gelê Kurd ji bo dewleta Tirk weke metirsiyê dibîne, lewma jî dixwaze PKK’ê ji holê rake.

Şer bi girankirina tecrîda li Îmraliyê destpê kir û bi zêdekirina zilma li zindanan dewam kir.

Paşê li dijî gerîlla êrişên mezin pêk anîn. Ji ber ku rêjîma AKP-MHP’ê nekarî bi ser bikeve, kete nava krîzên siyasî, civakî û aborî.

Par bi êrişa li ser Garê xwest serketinekê bi dest bixe, lê dîsa jî şikest. Niha jî bi êrişa li dij Zap û Avaşînê dixwaze encamê bidest bixe.

Eger di van êrişan biserkevin wê li Kurdistanê siyaseta qirkirinê serwer bibe.

Lê belê eger bi ser nekevin wê tune bibin, bi taybetî ji bo Erdogan û Bahçelî bi vî rengî ye.

Yanî şerê li Zap û Avaşînê tê kirin şerê neteweyî ye, şereke ku paşeroja gelê me û gelê herêmê diyar dike.

Murad Karayilan: Di şerê dawî de PDK’ê ji bo dijmin dest bi amadekariyan kir

Murad Karayilan cûdahiya êrişa 17’ê Nîsanê ji yên par wiha şîrove kir:

Dijmin li gela teknîka giran û piştgiriya hêzên derve, girîngî da hevkariya li gel hin aliyên Kurd.

Di vê çarçoveyê de ji bo karibe ji xeta Başûr êriş bike bi PDK’ê re hin hevdîtin kirin, hin sozên veşartî dan.

PDK’ê jî ji bo dijmin dest bi amadekariyan kir. Dijmin hesabê wê yekê kir ku gerîla li Zapê dorpêç bike û bi ser bikeve.

Xeta hevkariyê ya Kurd ne tenê li Başûr, her wiha xwestin li Bakur jî çalak bikin û tevlî operasyonê bikin.

Cerdevanên li Kurdistanê hemûyan kom dikin û tevlî operasyonê dikin. Her wiha çeteyên li Sûriyê yên ji ber DAÎŞ’ê mane, bit aybetî jî yên ji Tirkmenistanê hatine tevlî operasyonê dikin.

Herî zêde jî hesabê wê dikin ku di nava Kurdan de şer peyda bibe û bi vî zawayî encamê bi dest bixin.

Murad Karayilan: Heta niha gerîlla rê nedaye dagirkeran

Êvara 17’ê Nîsanê ji nişka ve xwest ku bi helîkopteran leşkeran li Zap û gelek qadan deyne.

Plana wê kirin ku di nava rojekê de li van qadan bi cih bibin.

Lê belê yên li hemberî wan, gerîlayên fedaî yên Kurdistanê bûn. Bi wêrekiyeke mezin li ber dagirkeran rabûn.

Gerî di vî şerî de rêbazên bi bandor bikar tîne.

Rola tîmên bi tevger girîng e. Çalakiyên gelekî serketî kirin. Yanî hêzeke biçûk derbên mezin dikare li dijmin bixe. Dikare li dilê dijmin bixe.

Back to top button