Çalakiyên greva birçîbûnê 66 roje didome

Ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd çalakiyên grevên birçîbûnê û nobetên edaletê ên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê didomin.
Çalakiya li girtîgehan 66 roj li pey xwe hişt.
Parlementerên DEM Partî jî ji bo meşa mezin banga tevlêbûnê kirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo dewam dikin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ku ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd di 27’ê Mijdara 2023’an de dabûn destpêkirin 66 roj li pey xwe hişt.

Çalakiya greva birçîbûnê wê heta 15’ê sibatê bidome.

ESP’ê ji bo azadiya Rêber Apo dest bi greva birçîbûnê kirin

Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a bajarê Îzmîrê jî bi armanca piştgiriya bi çalakiyên greva birçîbûnê û Nobeta Edaletê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo sê rojan kir.

Rêveberê ESP’a Îzmîrê Hizir Alî Kiliç diyar kir ku girtîgeh îşkencexane ne û bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo.

Kiliç got,

“Li Îmraliyê tecrîdeke taybet tê meşandin. Tevî vê yekê jî gelê kurd û malbatên girtiyan berxwedana xwe mezintir dikin.

Ya ku wê me bigihîne serkeftinê jî ev berxwedan e. Heta ku tecrîd parçe bibe wê ev têkoşîn bidome.

Em jî ji îro ve li dijî tecrîda li ser girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê dikin.”

Eren: Ji bo azadiya Ocalan û çareseriyê wê têkoşîna me bidome

Li aliyê din ji bo azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd wê li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya gelek rêxistinan 1’ê Sibatê meşa mezin destpê bike:

Meş wê heta 15’ê Sibatê roja komploya navnetewî dewam bike.

Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren têkildarî mijarê axivî û diyar kir heta azadiya Rêber Ocalan û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd wê têkoşîna xwe bidomînin.

Eren bang li herkesî kir ku beşdarî meşa mezin bibin.

Gulderen Varli: Tecrîd şer e û sedema bê çareseriyê ye

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varlî jî bal kişande li ser tecrîda li ser Rêber Apo û diyar kir sedema şer û bê çareseriyê ye.

Gulderen Varlî da zanîn dewleta Tirk bi tecrîda li ser Rêber Apo hewl dide gelê Kurd ji hişmendiya neteweyî û azadiyê dûr bixe û got,

“Ger çareseriyek pêk were ev jî bi Abdullah Ocalan pêkan e.”

Parlementer Gulderen Varli derbarê çalakiyên gireva birçîbûnê de jî got, “Girtiyên siyasî di daxwazên xwe de mafdar in.”

Dayikên di Nobeta Edalatê de li Enqereyê ne

Back to top button