Dagirkeran gundên Şehbayê dan ber topan

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe êrîşên xwe yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne. Dagirkeran îro careke din bi çekên giran gundên Şehbayê topbaran kirin.

Gundên ku hatine topbarankirin, gundê Wehşiyê, Hirbel, Um Qura û Semûqa yê Şehbayê bûn.

Lê derbarê encama êrîşê de, ti agahî nehatin zanîn.

Duh jî dewleta Tirk gundên Minbicê dabûn ber topan.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku duh bi şev gundê Cat, Qertwêran, Kawiklî, Korhiyûk, Cebel El-Hemra, Boxaz, Mezarê El-Fewaris hatin topbarankirin.

Li gorî navendê, di encama topbaranê de maleke sivîlan zirar dît.

Dagirkeran doh derengiya şevê jî gundên Merenaz, Malikiye û Şewarxa yên navçeya Şerayê jî topbaran kirin.

Back to top button