Dayîkên Aştiyê ên li Şehbayê dijî êrişên daxuyanî dan

Li bakur û rojhilatê Sûriyê çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk didomin. Dayikên aştiyê li gelek deverên herêmê bi daxuyanîyanî dan. Li Til Hemîs jî li dijî êrişan konê çalakiyê hate vedan.

Hêrs û çalakiyên gelên herêmê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker her diçe zêde dibe.

Îro li seranserî herêmê dayikên aştiyê daxuyanî dan û êriş şermezar kirin.

Li Şehbayê bi dehan dayikên aştiyê û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê kom bûn û daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de êriş hatin şermezarkirin û bang li rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku rê li dijî êrişan helwestê nîşan bidin.

Dayikên Aştiyê li Tebqa: Em ê berxwedana xwe li hember êrişan mezin bikin

Dayikê Şehîdan li Tebqayê jî daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji ber ku dewleta Tirk li herêmên parastinê yên Medyayê têk çû, dest bi êrişên xwe li dijî herêmê kir.

Hate gotin; armanc ji van êrişên rojane ew e guhertina demogerafiya herêmê ye.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser desteka PDK’ê ya bi dijmin re û bang li her kesî hat kirin ku li dijî xiyaneta PDK’ê derkevin.

Dayikên şehîdan di dawiyê de teqez kirin dê berxwedana xwe ya li hember êrişan mezintir bikin.

Malbatên Şehîdan li Girkê Legê: Em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin

Li navçeya Girkê Legê jî endamên Meclisa Malbatên Şehîdan li bajaroka Rimêlan kom bûn û daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanc ji van êrişan têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye.

Di dawiyê de ev yek hate gotin: “Em soz didin şehîdên xwe heya pêkanîna armancên wan ku em ê rêya wan bişopînin.”

Li Til Hemîs konê çalakiyê li dijî êrişan hat vedan

Li aliyekî din jî li bajaroka Til Hemîs konê çalakiyê hate vedan.

Di bin kon Şêxê eşîra Şemar Ehmed Ibrahîm axivî û got: “Em wekî êlên herêmê em ê li dijî van planên Osmanî ku dixwaze erdên me dagir bike yek dest bin.

Bi navê Kongra Star jî Sureya El-Hasid axivî û da zanîn ku armanca dewleta Tirk ne avakirina “herêmeke ewle ye”, lê belê dagirkirina herêmê ye.

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê: Divê gelên Sûriyê yekîtiya xwe ava bikin

Ciwanê Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbicê bi daxuyaniyekê hêrsa xwe a li hember êrişan nîşan dan.

Ciwanan bang li tevahî gelê Sûriyê kir ku yekîtiya xwe ava bikin û li hember êrişên ku her kesî dike hedef rabin.

Back to top button