Dayikên di Nobeta Edalatê de li Enqereyê ne

Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de, îro ji Meclîsa giştî a Tirkiyê bang kirin.
Dayikên ku ji bo ku daxwazên xwe bidin bihîstin berê xwe dabûn Enqereyê gotin: “Heta ku li ser Abdullah Ocalan tecrîd hebe wê li ser zarokên me jî bidome.”
Hate diyar kirin eger gav neyên avêtin wê ji encamên neyînî saziyên têkildar berpirsyar bin.

Bi daxwaza azadiya fîzîkî a Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd girtiyên siyasî ên li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 65 roj in di çalakiya dorveger de ne.

Ji bo piştgiriya daxwazên girtiyan li gelek bajaran jî çalakiya nobetên Edaletê dewam dikin.

Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de, ji bo daxwazên xwe bidin bihîstin îro berê xwe dan Enqereyê.

Dayik, li Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hatin cem hev.

Piştre bi Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari re tev li komcivîna Meclisê ya jinan bûn.

“Heta ku tecrîd bi dawî nebe em ê li kolanan bin û derkevin qadan”

Li wir endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Aştiyê Arîfe Kartal li ser navê înîsiyatîfê axivî

Arîfe Kartal, diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêber Apo bê bidawîkirin

Ji dayîkên aştiyê bû dayîkên leşkeran: Em naxwazin êdî dayik bigirîn

Dayika Aştiyê Arîfe anî ziman sedema neçareserkirina pirsgirêka kurd şer e û ev bang li dayikên leşker û polîsên Tirk kir.

Dayikên di Nobeta Edaletê de li meclisê daxuyanî dan

Piştî komcivînê Dayikên Aştiyê, bi beşdariya gelek siyasetmedaran li cihê Çapemeniyê yê Meclisê daxuyanî dan.

Di daxuyaniya çapemeniyê de ewilî Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû axivî.

Halîde Turkoglu da zanîn wan daxwazên xwe wek dosya pêşkeşî cigîrê Wezîrê Dadê kirinê û got:

“Divê guh bidin dengê Dayikên Aştiyê.”

Dayika Aştiyê Hamdiye Kirici jî daxuyand ku eger gav neyên avêtin wê ji encamên neyînî saziyên têkildar berpirsyar bin.

Hamdiye Kirici bi bîr xist daxwazên girtiyan daxwazên wan e û ji bo rakirina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kir.

Girtiyên siyasî 64 roj in di greva birçîbûnê de ne

Back to top button