Fînlandiya wê 4 deriyên xwe yên sînorî yên bi Rûsyayê re bigire

Fînlandiya wê çar deriyên xwe yên sînor yên bi Rûsyayê re bigire.
Fînlandiya Rûsyayê bi wê yekê tawanbar dike ku koçberên neqanûnî di ser sînor de dervasî welatê wan dike.
Helsînkî dibêje piştî endamtiya NATO’yê, Moskow hewil dide ku aramiya welat tevlîhev bike.

Fînlandiya wê şeva Şemiyê çar deriyên xwe yên sînor yên bi Rûsyayê re bigire.

Wezîra Karên Hundir Mari Rantanen li Helsînkî têkîldarî biryarê daxuyaniyek da.

Rantanen diyar kir ku deriyên sînor ên Vaalimaa, Nuijamaa, Imatra û Niirala, ên bi Moskowê re wê bêne girtin.

Hikûmeta Fînlandiya Rûsyayê bi wê yekê tawanbar dike ku koçberên neqanûnî di ser sînor de dervasî welatê wan dike.

Li gorî Fînlandayê, piştî endamtiya NATO’yê, Moskow hewil dide ku aramiya welat tevlîhev bike.

Serokwezîr Petteri Orpo diyar kir ku ev çalakiyên Rûsyayê “ne surprîz in” û welatê wî ji bo wan amade ye.

Rayedarên Fînlandiyayê diyar dikin ku di van mehên dawî de hejmara koçberên Rojhilata Navîn û Afrîkayê ku tên wî welatî bi taybetî jî koçberên Iraqî, Yemenî û Somalî zêde bûne.

Serokwezîr Orpo got: “Em dixwazin ev bûyer bi dawî bibe û çalakiyên li ser sînor normal bibin.”

Têkiliyên di navbera her du welatan de bi êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê di Sibata 2022’an de xira bû.

Fînlandiya ku nifûsa xwe 5,5 mîlyon e, bi dehan salan bêalîbûna xwe ya leşkerî parast, lê piştre di Nîsana borî de bû endamê NATO’yê.

Moskow jî endambûna Helsînkî ya di hevpeymaniyê de weke êrişeke li dijî ewlehiya Rûsyayê bi nav dike.

Niha jî Helsînkî ji ber metirsiyên ku li Moskowê tê hewil dide sînorê xwe yê bi wî welatî re têl bike.

Back to top button