Rûsyayê duyem moşeka xwe ya hîpersonîk li başûrê welêt bi cih kir

Piştî 2019’an, Rûsyayê vê carê mûşeka xwe ya duyemîn a hîpersonîk li başûrê welêt bi cih kir.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihandi moşek li depoya ceribandinê hatiye bicihkirin û got: “Xebatên me yên li ser pêşxistina moşekan dewam e.”

Rûsyayê moşeka xwe ya hîpersonîk a bi navê Avangard li navend Orenburgê ya li başûrê welêt bi cih kir.

Moşeka ku qala wê tê kirinê xwedî kapasîteya êrişa nukleerî ye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da hat destnîşankirin ku moşek li herêma Orenbûrgê ya li başûrê welêt li depoya ceribandinê hatiye bicihkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku xebatên li ser pêşxistina moşekan dewam dikin û hêzên nukleer ên stratejîk ên Rûsyayê wê hêza xwe hîn zêdetir bike.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, 2018’an çeka hîpersonîk a bi navê Avangard ji cîhanê re ragihandibû.

Putin wê demê di peyama xwe ya ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de got:

“Ev gava me ji bo pêşketina çekên nû yên DYA’yê bersiveke.”

Li gorî Moskowê moşeka Avangard xwedî kapasîteya êrşa nukleerî ye û ji hêla pergalên parastinê yên welatên dijber ve nikare were tespît kirin.

Her wiha ev moşek dikare pergalên parastina hewayî bi hêsanî ji holê rake.

Moşeka qala wê tê kirinê 27 qat ji leza deng bileztire.

Kanala televîzyonê ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî dîmenê avêtina vê moşekê parve kir.

Rûsya 2019’an moşeka xwe ya yekem a bi navê Avangard li heman navenda Orenburgê bi cih kiribû.

Rûsya, Amerîka û Çîn, ji wan welatanin ku pergalên çekên nû yên hîpersonîk pêşdixe.

Lê pêşketina Çîn û Rûsyayê ya di vê mijarî de ne bi dilê Amerîka ye.

Ji ber ku Waşîngton, Pekîn û Moskow weke gefên herî mezin ji bo xwe dibîne.

Back to top button