Êrişên dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.
Artêşa Tirk bi çekên giran gundên rojavayî Minbicê topbaran kir.
Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku dewleta Tirk gundên Kawiklî û Qert wêran yên dikevin rojavayî Minbicê bi top û hawnan bombebaran kir.
Navendê diyar kir ku di encama êrişê de jinek birîdar bûye û gelek zirarên madî çêbûne.