Rojnamevanên ku kuştina Jîna Emînî ragihandibûn tên dadgeh kirin

Li Îranê rojnamevan Nîlûfer Hamedî û Elaha Muhammadî ku cara yekem di meha Îlonê de nûçeya kuştina jina Kurd Jîna Emînî ragihandin, têne darizandin.
Dewleta Îranê hewil dide bi sûcdarkirinên keyfî û sedema cur be cur cezayê darvekirinê li herdû rojnamevana bibire.

Rojnamevan Nîlûfer Hamedî ew kese ku cara yekem nûçeya Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên Îranê ve hat qetilkirin ragihand.

Elaha Muhammadî jî di merasîma cenazeya Jîna Emînî de dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berzkiribû.

Her du rojnamevan di 8’ê Mijdarê de bi propagandaya li dijî dewletê û komploya li dijî ewlehiya neteweyî hatin sûcdarkirin.

Ev sûcdarkirinên keyfî dikarin bibin sedema cezayê darvekirinê.

Hêjayî gotinêye ku dewleta Îranê piştî serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ asta darvekirinan pir zêde kiriye.

Lewma niha li Îranê jiyana herdû rojnamevana di metirsiyê de ye.

Back to top button