Agirbesta li Sûdanê hat dirêjkirin

Amerîka û Erebistana Siûdî, beriya qedandina dema agirbestê, dirêjkirina wê ragihand.
Bernameya Xurekan a Cîhanî jî dibêje, ji destpêka şer ve, jimareke mezin a alîkariyên mirovî, hatiye dizîn.

Beriya qedandina agirbesta li Sûdanê bi çend saetan, aliyên şer li ser dirêjkirina dema agirbestê bo 5 rojan, li hev kir.

Amerîka û Erebistana Siûdî ku navbeynkarên agirbestê ne û ji dûr ve dişopand, pejirandina her du aliyên şerê li Sûdanê ji bo dirêjkirina agirbestê, ragihand.

Amerîka û Erebistana Siûdî bi daxuyaniyeke hevbeş diyar kir, tevî ku pabendiya agirbestê bi temamî nehat kirin jî, lê rê li ber gîhandina alîkariyên mirovî bo nêzî 2 miliyon kesî, hat vekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Dirêjkirina dema agirbestê dê rê li pêş gîhandina alîkariyên bêhtir û vegerandina xizmetguzariyên bingehîn veke.

Her wiha dê derfetê biafirîne ku dirêjkirina agirbestê bo demeke zêdetir, were nîqaşkirin.”

Li gorî hin çavkaniyan jî, ji bo agirbest bêhtir bikêr bibe, danûstandin li ser hin sererastkirinan dewam dike.

“17 Hezar ton alîkarî hatine dizîn”

Di heman çarçoveyê de, rêveberê bernameya xurekan a cîhanî li Sûdanê Edi Roy da xuyakirin, ku gelek alîkariyên xurekan li Sûdanê wunda bûne.

Edi Roy eşkere kir ku ji destpêka şerê li Sûdanê ve, nêzî 17 hezar ton ji alîkariyan hatine dizîn.

NY: Ji ber pevçûnên li Sûdanê dibe ku milyonek kes bibin koçber

Back to top button