Sûdan-Amerîka û Erebistanana Siûdî hişyarî dan aliyên şer

Navbeynkarên agirbesta herî dawî li Sûdanê, Amerîka û Erebistana Siûdî, her du aliyên şer, ji ber binpêkirinên roja yekemîn a agirbestê, hişyar kirin. Di roja duyemîn de, ji ber zextên navdewletî û yên NY, rewş hinekî aram xuya dike. NY dibêje, ji ber şer bi sedhezaran Sûdanî ber bi welatên cîran ve reviyan e.

Di roja duyemîn a agirbestê de, li Sûdanê bêdengiyek heye.

Duh di roja yekemîn de, li Xurtûma paytext, agirbest hatibû binpêkirin û gelek caran dengên teqîn û balafirên şer hatibûn bihîstin.

Erebistana Siûdî û Amerîka bi daxuyaniyekê, bang li aliyên şer kir, pabendî agirbestê bibin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, aliyên şer pabendî benda lihevkirinê ya ‘ Bidestxistina destkeftiyên leşkerî beriya destpêkirina agirbestê’ nebûne.

Amerîka û Erebistana Siûdî ku navbeynkarên vê agirbestê ne, ji ber binpêkirinan, her du aliyên şer hişyar kirin.

Ji aliyê xwe ve komîserê mafên mirovan ê NY Volker Turk banga rawestandina şer û parastina sivîlan kir.

Volker Turk li Cinêvê, di civîneke çapemeniyê de diyar kir, ji ber şer gelek sivîl li Sûdanê dorpêçkirinî ne û wiha got:

“Li gorî raporên gihîştine ber destê me, şeva borî tevî destpêkirina agirbestê, balafirên şer hatin bikaranîn û li Xurtûmê şer hebû.”

“Bêhtirî 300 hezar kes ji Sûdanê reviyane”

Her wiha Komîserê NY yê Karûbarên Penaberan Filippo Grandi jî ragihand, ji ber şer bêhtirî 300 hezar kes ji Sûdanê ber bi welatên cîran ve, reviyane.

Filippo Grandi destnîşan kir, di çend rojên derbasbûyî de, gelek Sûdaniyan sînorên Tchad û Misirê derbas kirine.

Grandî banga zêdekirina alîkariyên mirovî bo welatên ku pêşwaziya penaberan dikin, kir.

DYA bi 245 miliyon dolarî alîkariyan dide Sûdan û cîranên wê

Di vê çarçoveyê de, wezîrê karên derve yê Amerîka Antony Blinken ragihand, Amerîka dê bi 245 miliyon dolarî, alîkariyên mirovî pêşkêşî Sûdan û welatên derdora wê bike.

Şerê Sûdanê-Tevî agirbestê şer berdewam e

Back to top button