Kobanê-Sempozyûma Rojava ya Hunera Şêwekariyê di roja 5. de ye

Sempozyuma “Rojava” a Hunera Şêwekariyê ya 4’mîn li Kobanê dewam dike.

20’ê Gulanê, Sempozyuma “Rojava” ya Hunera Şêwekariyê a 4’emîn li Hola Firatê ya li Kobanê dest pê kir.

Ji seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêwekar beşdarî sempozyomê bûn.

Di 5 rojên sempzyomê de, şêwekaran gelek tabloyên cuda xêzkirin.

Di tabloyên xwe de bal kişandin ser jin, xweza, çand û gelek mijarên din.

Sempozyum wê heta 26’ê Gulanê dewam bike.

Hêjayî gotinê ye ku 28’ê Gulanê wê heman sempozyum li Qamişlo were lidarxistin.

Back to top button