PDK’ê 3 gundên Amêdiyê vala kir

PDK’ê bi fermana dewleta Tirk a dagirker 3 gundên Amêdiyê bi darê zorê vala kirin û bi vê yekê re, rê li ber êrîşên dagirkeriyê vekirin.

Hate hînbûn ku hêzên çekdar ên bi ser Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) ve bi fermana dewleta Tirk a dagirker gundên Spîndarê, Mijê û Kevne Mijê yên navçeya Amêdiya Dihokê vala kirine.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, sedema zelal ya valakirina van gundan ji aliyê asayişa PDK’ê ve nehatiye zanîn.

Lê ev hewildana PDK’ê di çarçoveya dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa dewleta Tirk ya dagirker ve tê kirin û PDK jî pêşengtiya wê dike de ye.

Dewleta Tirk ya dagirker, asayiş û pêşmergeyên PDK’ê rojane gundên li sînorê Dihok û Hewlêrê bi darê zorê vala dikin û welatiyên gundan ji warên wan derdixin.

Her wiha rêya gundên van her du bajaran jî ji hatin û çûyînê re digirin, wesayîtên gundiyên tên lêgerînkirin.

Heta niha nêzîkî 600 gundên Başûrê Kurdistanê ji ber gefên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê bi darê zorê hatine valakirin.

Back to top button