Nobeta Edaletê: Divê tevahî civak xwedî li çalakiyan derkevin

Di Nobeta Edaletê yên li gelek bajaran didomin de peyamên domandina têkoşînê hatin dayîn.
Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek got, ew piştgiriyê didin çalakiyê û wiha bang kir: “Divê hemû kes xwedî li çalakiyê derkeve.”

Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku li Stenbolê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) ve hatiye destpêkirin, li avahiya Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dewam kir.

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek girîngiya Nobeta Edaletê vegot û anî ziman ku dê di demên pêş de çalakiyên cur bi cur li dar bixin.

Çalakiya nobetê bi stranên kurdî çepik û tililiyan dewam kir.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 44’an de ye.

Îro jî eleqeyek zêde ji bo çalakgeran hebû.

Bi heman armancê çalakiya li Îzmîrê hatî despêkirin jî bi biryaradarî di roja xwe ya 10’emîn de ye.

Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Îzmîrê û navçeya Torbaliyê hatin serdana nobetê.
Nobeta Edaletê ya ku li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 45’an de berdewam dike. Rêveberên DEM Partiyê hatin serdana nobetê.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 44’an de berdewam kir.

Namzeta DEM Partiyê ya Hevşaredariya Rêya Armûşê Canan Uzunay di çalakiyê de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got:

“Bandora tecrîdê niha li tevahiya welêt tê hîskirin. Heta ev tecrîd ranebe dê pirsgirêka kurd neyê çareserkirin.”

Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Çukurova TUAY-DER’ê û xizmên girtiyan li Mêrsînê hatiye destpêkirin di roja 45’an de didome.

Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li nobetê bûn.

Back to top button