Merdiya Ebdullah: Harê destan bûye parçeyekî jiyana min

Dayika kurd Merdiya Ebdullah ji zaroktiya xwe ve berhemên destkariyê çêdike. Niha jî wê behreya xwe vediguhêze neviyên xwe.

Merdiya ji gundê Hîmo yê Qamişloyê ye.

Em di 14 saliyê xwe de cilan bi sûf çêdike û derdorê jî hîn dike.

Merdiya Ebdullah derbarê hezkirina xwe ji kar û berhemên ku çêdike wiha got:

Karê destan gelekî xweş e Ji min re wekî hevalekê ye, bûye parçeyekî jiyana min.

Tevî ku hunerên destkariyan kêm bûye, hîn jî gelek dayik pêre mijûl dibin û hewl didin çanda dayikên xwe biparêzin.

Têkildarî nexşên li ser berhemên xwe jî Merdiyayê got, herî zêde nexşên bi navên Fîncanê Qehwê, Enkebût, Mahrê Çil û Çar Ling, Gula Rojê, Dirîban, Kulîlk û Guharê Derî çêdike .

Back to top button