Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê hêvî kir ku Cejna Ekîto bibe wesîleya têkçûna faşîzma AKP-MHP’ê.
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) bi wesîleya 1’ê Nîsanê Cejna Ekîto daxuyaniyek nivîskî weşand.
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê Cejna Ekîto ya neteweyî ji gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî pîroz kir û got:
“Cejn ji bo gelan tê wateya, bedewî, paqijî, coş, kêfxweşî û aştiyê.
Em hêvî dikin ku gelê me li ser vê esasê vê cejnê pîroz bike.
Li cihên ku şer, erdhej û xizanî hene, cejn bi xemgînî derbas dibe.
Dema şer vediguhere aşitiyê, êş vediguhere şahiyê, cihêkariyê vediguhere wekheviyê, wateya cejnan cuda dibe.”
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê bang li gelê Asûrî, Suryanî û keldanî û hemû kesên demokrasîxwaz kir ku di hilbijartinên pêş de dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.