Li Efrîna dagirkirî nexweşan dikujin û perçeyên laşê wan difroşin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bê navber dewam dikin. Dagirker cihên dîrokî talan û wêran dikin, bi avakirina mizgeftan tundiyê belav dikin. Li aliyê din nexweşan dikujin û li ser endamên laşên wan bazirganiyê dikin.
Her wiha di nava şeş mehên dawiyê de dagirkeran zêdeyî 300 kes jî revandin

Sûc û kirinên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî, her ku diçe zêdetir dibin.

Kurdên ku sax derbasî nexweşxaneya Afrîn dibin, cenaze vedigerin..

Herî dawî jî çavkaniyekê ji navenda bajêr ragihand ku jina bi navê Meryem a 36 salî li vir hatiye kuştin, perçeyên laşê wê hatine derxistin û firotin.

Çavkaniyê eşkere jî kir ku xebatkarên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê tev ji doktorên Tirk in û yekser bi Tirkiyê ve girêdayî ye.

Ji xwe ji dema ku Efrînê hatî dagirkirin, bi dehan bûyerên kuştine li nexweşxaneyê hatine belgekirin.

Heman çavkaniyê diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk zaroka bi navê Rûiya Mihemed Xatir ya 6 salî ji pêşiya mala wê ya li navenda bajêr revand û ew birin cihekî ne diyar.

Çeteyên dewleta Tirk cihên dîrokî wêran û talan dikin

Li gel vê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe talankirina şûnwarên dîrokî jî didomîne.

Girê gundê Qurbê yê dîrokî yê navçeya Cindirêsê dikulin û şûnwarên wir didizin û difiroşin.

Ji ber kulanê bi sedan darên zeytûnê yên mezin hatin birîn û goristana gund hatiye wêran kirin.

Dewleta Tirk mizgeft kirine cihê belavbûna tundiyê

Li gorî ajansa ANHA’yê dewleta Tirk û komeleyên ixwanî lez didin guhertina demografiya herêmê, avakirina navendên olî û mizgefan bi armanca belavkirina fikirî tundraw a çeteyên DAIŞ’ê.

Di nava 6 mehan de 303 kes hatine revandin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku ji destpêka sala 2021’an ve hate niha, 303 kes ku navên wan hatine belgekirin, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine revandin.

Navende ji 18’ê Adara 2018’an ve, revandina 7 hezar û 433 kesan li Efrîna dagirkirî hatiye belgekirin.

Ji wan 137 kes ji ber îşkenceyan hatine kuştin.

Back to top button