DYA û Îsraîl li dijî Îranê hewildana herêma hewayî ya qedexe dike

DYA û Îsraîlê têkildarî bersivdayîna hevbeş li dijî balafirên Îranê yên bêmirov, bi rêya herêma qedexeya hewayî, diyalog pêk anîn.

Li gorî berpirsên Amerîkî û Îsraîlê ji malpera Axios a Amerîkayê re ragihandî, rêveberiya Biden û hikumeta Îsraîlê têkildarî qedexeya belavbûna balafirên bêmirov ên Îranê û moşekên Cruise ku li gel wekîlên wê yên li Iraq, Yemen, Sûriyê û Lubnanê hene, diyalog pêk anîn.

Piştî çend êrişên balafirên bêmirov ku komên alîgirên Îranê di nava hefteyên borî d pêk anîn û hin ji wan hatin têkbirin, DYA û Îsraîl metirsiyên mezin hîs dikin ku ev teknîk bikeve destê komên din û ew jî hêzên wan li herêmê bikin hedef.

Baregeha El-Esed a hewayî ku piraniya hêzên Amerîkayê yên li Iraqê lê bi cih bûne, ji aliyê komên şîe yên alîgirên Îranê ve tê armanckirin.

Her wiha çekên hewayî yên Îsraîlê di 18`ê Gulanê de balafireke bêmirov a Îranê ku dixwest derbasî aliyê hewayî yê Îsraîlê bibe, xist.

Di civîna 27`ê Nîsana borî de, şêwirmendê ewelehiyê Jake Sullivan û yê Îsraîlê Meir Ben-Shabbat li hev kir ku komeke xebatê ya hevbeş were avakiri.

Civîna yekemîn a komê beriya 3 hefteyan bi serkêşiya Brett McGurk û Reuven Azar, hate lidarxistin.

Back to top button