Konferansa Demokrasiyê li Stenbolê hat lidarxistin

Konferansa Demokrasiyê ya bi armanca hevparbûna daxwaz û têkoşîna hemû beşên civakê, bi beşdariya zêdeyî 200 pêkhateyan li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hat lidarxistin.
Emîne Şenyaşar jî ku hevjîn û kurên wê ji aliyê desthilata AKP’ê ve hatin qetilkirin, tevlî konferansê bûn.

Konferansa Demokrasiyê ya bi armanca hevparîbûna daxwaz û têkoşîna her beşên civakê, bi beşdariya zêdeyî 200 pêkhateyan bi diruşmeya “Nan, Azadî û Edalet” hat lidarxisitin.

Di konferansê de gelek kesayet axivîn û bal kişandin li ser pêdiviya demokrasî, aştî û azadiyê.

Koma xebatê ya di Konferansa Demokrasiyê de axivîn, diyar kirin ku ger demokrasî û aştî nebe, tu tişt nayê çareser kirin û gotin; “Di şerê dewam dike de, lêgerîna maf a hemû beşan hatin tepisandin.”

Cemîle Baklaci jî danezana li ser navê Koma Xebata Jinan hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku polîtîkayên şer mafên hemwelatiyê yên wekhev ên jinan bikar nayîne, bêkarî û hejariya jinan zêde bûye.

Emîne Şenyaşar û kurê wî Ferît Şenyaşar jî beşdarî Konferansa Demokrasiyê ya li Stenbolê bûn û di konferansê de axivîn.

Emîne Şenyaşar wiha got:

“108 roj in em nobeta edaletê digirin. Hevjînê min û zarokên min bi hovîtî hatin qetilkirin. Kujer li derve ne, lê kurê min girtî ye û di bin tecrîdê de ye. Erdogan radibe qatilan dike parlamenter. Malbata min tune kirin. Em dixwazin her kes piştevaniya têkoşîna me bike.”

Back to top button