Heyva Sor a Kurdistanê Kampanyaya Qurbanê da destpêkirin û banga piştgirî û alîkariyê li her kesî kir.
Heyva Sor a Kurdistanê diyar kir ku îsal tevahiya alîkariyên Qurbanê wê ji mexdûrên şer, vîrûsa Corona û kerasetên xwezayî yên li gelek deverên Kurdistanê re bişîne.
Heyva Sor a Kurdistanê got ku bi milyonan mexdûrên şer, vîrûsa Corona û kerasetên xwezayî yên li gelek deverên Kurdistanê li benda alîkariyê ne.
Her wiha bang hat kirin ku her kes bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariya xwe bighînin kesên muhtac û dilê wan geş bikin.
Hate diyarkirin ku buhayê her alîkariyekê 150 Euro ye.