DADGEHA TIRK JI NIŞKÊ VE BIRYARA BERDANA HEVSEROKA KCD’Ê DA

Dewleta Tirk ji bo dawî li berxwedana Leyla Guven bîne, serî li her rê û rêbazê dide.

Piştî ku bo hevîdtina 12’ê Çile ya li Îmralî nekarî çalakiya Leyla Guven bidawî bike, dadgeha Tirk vê sibê ji nişkê ve biryara berdana wê da.

Tê payîn ku Hevseroka KCD’ê di kêliyên pêşî de biryara berdanê û rewşa çalakiya xwe bi raya giştî re parve bike.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven, 8’ê Mijdara 2018’an bi yek daxwazê dest bi çalakiya greva biçîbûnû ya bê dem û bêdorveger kir.

Ev daxwaza wê jî şikandina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bû.

Piştî ku berxwedana Leyla Guven li gelek deveran belav bû, dewleta Tirk birayê Rêber Ocalan Mehmet Ocalan şand Îmraliyê.

Hema rojê derengiya şevê, parêzer jî şandin Zindana Amedê da ku Leyla Guven ji hevdîtina li Îmraliyê agahdar bikin.

Armanca dewleta Tirk ji hevîdtina 12’ê Çile ew bû ku Leyla Guven û girtiyên siyasî dawî li berxwedana xwe bîne.

Heman rêbaz sala 2016’an jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû bikar anîn.

Lewa bi hevdîtineke li Îmraliyê raya giştî xapandin ku ti tecrîd li ser Rêber Abdullah Ocalan tine ye.

Li hemberî vê siyaseta şerê taybet, di serî de Leyla Guven, hemû berxwedêrên çalakiya greva birçîbûnê biryar dan ku ew ê heta şikandina tecrîdê çalakiya xwe dewam bikin.

Rêjîma Tirk ji bo dawî li çalakiyê were vê carê jî rêbazeke din xist dewrê.

Ew jî bi rêya dadgeriya xwe kir.

Vê sibê li 9’mîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê rûniştina doza Leyla Guven hebû.

Ne Guven, ne parêzer û ne jî şopdar, ti kes beşdarî dozê nebû.

Dadgeha Tirk a beriya niha Leyla Guven weke rêvebera rêxistina çekdarî binav dikir û ji bo wê cezayê herî giran dixwest, îro li van îdîayên pûç poşman bû.

Û ji nişkê ve biryara berdana Leyla Guven da

Bi vê yekê plan dike ku Hevseroka KCD’ê wê dawî li berxwedana xwe bîne.

Leyla Guven 8’ê Mijdara sala 2018’an ne ji bo berdana xwe dest bi çalakiyê kiribû.

Leave a Reply

Back to top button