QSD li Minbicê 20 milyon hebên kaptangonê girt

QSD’ê li Minbicê depoyek mezin ji madeyên Narkotîkê girt.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê li ser malpera xwe der barê mijarê daxuyaniyek da û wiha got:

“Li rex Bazara El-Hal a kantona Minbicê me agahiyên depoyek mezin ji Narkotîkê girtin.

Piştî şopandinê, hêzên Taybet bi operasyonekê bi ser cihê navborî de girtin.”

Li wê derê zêdetirî 20 milyon Hebên Kaptagonê hatin girtin.

Ev heb bi awayekî zane di nava kevirên peyarêyan hatibûn bicihkirin.

QSD’ê eşkere kir ku di encama lêkonên wan de, hate diyarkirin ku ev miqdara mezin ji Narkotîkê ji parêzgeha Tertûsê a herêmê hikumeta Şamê hatiye û derbasî Minbicê bûye.

QSD’ê teqez kir ku ew ê xebatên xwe li dijî kesên ku hewl didin civakî derb bike bidomînin.

Back to top button