Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyan li xetên şer ên li gundewarê Laziqiyê bi çekên navîn bi hev ketin. Çeteyên DAIŞ’ê jî li dijî hêzên hikûmetê û komên girêdayî wê li çolistana Dêrazorê êrişek pêk anî.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku, çeteyên dewleta Tirk êrişî nuqetên hêzên hikûmeta Şamê yên li gundewarê Laziqiyê kirin.
Di encamê de leşkerkî hikûmeta Şamê hate kuştin.
Hêzên hikûmetê jî bi topan nuqetên çeteyan ên li gund û bajarokên li başûrê Idlibê topbaran kirin.
Di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de li Dêrazorê leşkerekî hikûmetê hat kuştin
Li aliyê din, çavdêriyê da zanîn ku li çolistana Dêrazorê jî di êrişek ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê de leşkerekî hikûmeta Şamê hate kuştin.