Bertekên li dijî êrişa reşkujî ya armanckirina jina têkoşer Zelal Zagros berfireh dibe.
Ciwan, şêniyên Dirbêsiyê û Kongira Star ya Sirînê bi tundê ev erîşê şermezar kirin û banga darezandina sûcdaran kirin.
Ciwan û şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji bo şermezar kirina êrîşa li ser şehîd Zelal Zagros meşiyan.
Meş ji pêşiya Mizgefta El Hac Sultan a navçeyê dest pê kir û li navenda Kongira Sstar veguherî mîtiîngê.
Di mîtingê de endama rêveberiya yekitiyê jinên ciwan Nadîn Hesen axivî û got:
“Hedefgirtina Zelal Zagros, hedefgirtina pêşengên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê ye.”
Nadîn Hesen destnîşan kir ku ewê têkoşînê li hember xiyanetê û dagirkeriyê mezin bikin.