Afxanistan..li eyaleta Gor rojnamevan Bismillah Aymak hate kuştin

Li Afxanistanê di nava 2 heman de 4 rojnamevan hatin kuştin. Rojnamevan Bismillah Adil Aimak li eyaleta Gor hat kuştin.

Komisyona Mafê Mirovan ya Serbixwe li Welat diyar kir ku rojnamevan têne hedefgirtin û ji bo ev yek di çapemeniyê de neyê weşandin, qedexe pêk tên.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas jî ragihand ku rojnamevan Aimak yê di radyoyeke herêmê de kar dikir, beriya mehekê jî êrîşeke sekvaniyê li dijî wî hatibû kirin.

Li ser kuştina rojnamevanan heta niha ti koman berpirsyarî negirtine.

Lê hikumeta Efxan, Talîbanê weke berpirsê êrîşan nîşan dide.

Seroka Yekîtiya Rojnamevanan a Gazne Rehmetullah Nekzade beriya mehekê di mala xwe de hat kuştin.

Talîban û hikumeta Efxanîstanê wê li hev bicivin

Her wiha, danustandinên navbera Talîban û Efxanistanê wê di nava hefteyê de careke din despê bike.

Lê tevî hevdîtinên beriya niha jî li welat bûyerên tundiyê ranewestiyabûn.

Her çiqasî aliyan li ser hinek mijaran li hev kiribe, lê di warê hêza leşkerî û parvekirina deshiladariyê de heta niha ti pêşketinek çênebûye.

Back to top button