KJK: Komkujiya Parîsê ne êrîşa çeteya Tirk-Mît’ê bi tenê ye

Komalên Jinên Kurdistan-KJK’ê diyar kir ku pergala mêran a dewlet-parêz û desthilat-parêz di şexsê Sara, Rojbîn û Ronahî de êrîşê xeta jina azad kirin.
KJK’ê diyar kir ku heke Fransa di vê qetlîamê de ne xwedî roleke yekser be, divê rastiyan derxe holê û li hemberî gelê Kurd polîtîkaya xwe biguherîne.

Komalên Jinên Kurdistan-KJK’ê bi boneya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek weşand.

KJK’ê di şexsê sê jinên azad Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de hemû têkoşerên azadiyê bibîr anîn.

KJK’ê diyar kir ku ev êrîş ji aliyê hêzên kapîtalîst ve bi destê çeteyên MÎT’ê yên Erdogan li dijî têkbirina Îdeolojiya Azadiyê ya Jinan û rastiya Rêber Apo pûç bikin hatine kirin.

KJK’ê balkişand êrîşên li ser xeta Rêber Apo ku temsîla wî dike û got:

“Serweriya mêran a dewletparêz û desthilatparêz bi pergala êşkenceya Îmraliyê dixwaze Rêbertiya Îdeolojîk dorpêç bike.
Êrîşa li Parîsê li hember xeta Rêber APO destpêkir hîn jî didome. Ev êrîş ne tenê bi destê MÎT’ê bi destê hêzên kapîtalîst pêk tê”

KJK’ê diyar kir ku ev komkujî di şexsê heval Sara de, li dijî cewhera stratejîk a têkiliya Rêbertî û jinan hatiye kirin.

KJK’ê nirxandinên Rêber Ocalan yên derbarê Komkujiyê de bibîrxist û wiha berdewam kir:

“Rêber Apo ji ber çawaniya îdeolojîk û rêxistinî ya vê rêhevaltiyê gotibû ‘Ha ez kuştime ha jî Sakîne’ û ev wateya rastîn a heval Sara û armanca cinayetê datîne holê.
Rêber Apo qetilkirina Sakîne Cansiz weke komkujiya duyem a Dêrsimê pênase kir.”

KJK: Fransa berpirsê vê komkujiyê ye

KJK’ê dazanîn ku komkujî li Fransa pêkhatiye û diyar kir tevî ku belge, îspat û mikurhatinên rêveberên MÎT’ê jî Fransa dewleta Tirk sûcdar nekir.

KJK’ê got:

” Heke Fransa di vê qetlîamê de ne xwedî roleke yekser be, divê rastiyan derxe holê û li hemberî gelê Kurd polîtîkaya xwe biguherîne.
Di şexsê jinan û gelê Kurd de Fransa berpirsê vê cînayetê ye.”

KJK’ê bang li gelê kurd bi taybetî jinan kir ku 9’ê Çileyê wekî roja lezgîn a têkoşînê saz bikin, li dijî siyaseta qirkirinê, sazûmana çete-dewletê dakevin qadan.

Back to top button