Li Minbicê dironeke artêşa Tirk hat xistin

Meclisa Leşkerî ya Minbicê droneke keşfê ya artêşa Tirk a dagirker li bakurê rojavayê Kantona Minbicê xist.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê derbarê xistina balafireke bêmirov û bi çek ya artêşa Tirk a dagirker ev agahîn dan.

“Li gundê El-Seyadê yê dikeve bakurê rojavayê Kantona Minbicê, dironêk bi çek a artêşa Tirk a dagirker hat xistin.”

Meclîsê diyar kir ku gundên Kantona Minbicê her roj ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tên topbarankirin.

Back to top button