Amerîkayê li Dêrazorê cihên çekdarên Îranê bombebaran kirin

Balafirên Amerîkayê li Dêrazorê cihên çekdarên Îranê bombebaran kir.
Wezareta Karê Derve ya Hikumeta Şamê li ser êrişên Urdunê li dijî Sûriyê daxuyaniyek da û got: “Ji bo alozî çênebin, ew hewl didin vê yekê qels bikin.”

Şevê din hêzên Amerîkayê êrişî Dêrazorê kir.

Navend, nuqte û cebelxaneya çekdarên Îranê li herêmê bûn armanca êrişan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di êrişê de, 2 çekdar hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Amerîkayê li Dêrazorê cihên çekdarên Îranê bombebaran kirin

Li herêma “bêçek” jî vê sibê topbaran hebû.

Hêzên Hikumeta Şamê bi moşekan êrişî başûrê Idlibê kir.

Di encamê de, hejmarek ji çeteyên Ensar El-Tewhîd birîndar bûn.

Hikumeta Şamê li ser êrişên Urdunê li Sûriyeyê daxuyaniyek da

Ji bilî şer, li başûrê Sûriyê hewldanên derbaskirina madeyên narkotîk di Urdunê re dewam dikin.

Arêtşa Urdunê li ser sînorê Sûrî-Urdunê gelek caran hewldanên qaçaxçiyan têk bir.

Her wiha gelek caran serweriya Sûriyê bin pê kir û cih û kargehên madeyên narkotîk li baûrê Sûriyê bombebaran kirin.

Wezareta Karê Derve ya hikumeta Şamê têkildarî êrişên Urdinê li Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Wezîrên karê derve, parastin û saziyên ewlehiyê, name ji hempîşeyên xwe yên Urdinê re şandin û pêşniyar kirin ku ji bo kontrolkirina sînor, gavên pratîk bavêjin.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikumeta Şamê bi saziyên sivîl û ewlehiyê yên Urdinê re hevkar bûn, lê belê nameyên saziyên navborî şandine, heta niha bê bersiv in.

Hate aşkerakirin rageşiya siyasî, çapemenî û leşkerî ya di çend mehên borî de bi lihevkirina di navbera komîteyên hevbeş ên der barê hevkariya têkoşîna li dijî binpêkirinan de ne hevseng in.

“Ji bo alozî çênebin, ew hewl didin vê yekê qels bikin

Di daxuyaniya wezareta derve ya Şamê de hate gotin tu rewabûn ji van êrişên leşkerî li hundirê xaka Sûriyeyê re tune ne û got:

“Ew hewl didin vê yekê qels bikin, da ku nakolî û alozî çênebin û bandore li têkiliyên her du welatan neke in.”

Pentagon: Li Iraq û Sûriyeyê 151 caran êrişî hêzên me kirine

Back to top button