
Polîsên Faşîst destûr nedan Malbata Ş.Evran ku li Amedê dimîne li mala şînê şîn were danîn.
Li ser vê yekê malbatê li ber malê şîn danî û îro gelek rojnamevanan ji bo sersaxiyê serdana malbatê kirin.
Malbata Ş. Evran yê li Amedê dimîne xwest li Mala Şînê ya Navendî ya li navçeya Hênê ji bo 3 rojan şînê dîne.
Lê belê polîsan rahişt mifteya mala şînê û destûr neda malbatê ku şînê dîne.
Li ser vê yekê malbatê li ber mala xwe ya li taxê şîn danî û serdanan qebûl dike.
Sazî û komeleyên rojnamevanan serdana malbatê kirin
Îro gelek sazî û rêxistinan çûn cihê şînê û sersaxî ji malbata Ş. Seyîd Evran re xwestin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Jinên Rojnameger ên Mezopotamyayê (MKGP) serdana konê sersaxiyê kirin.
Şandeyê li cihê şînê duayên xwe kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin.
Polîsên faşîst li kolanên ku diçin cihê şîn lê hatiye danîn, disekinin û kesên diçin şînê di GBT’yê re derbas dikin.
Wê sibê şehîd Aslan Qamişlo û Seyîd Evran li Qamişlo bên oxirkirin