Çeteyan du welatî li Efrînê revandin

Çeteyan du ciwan revandin û yek jî li hember 1000 dolar fidye berdan.
Meclisa Kantona Şehba û Efrînê jî sûcên ku li Efrînê û herêmên dagirkirî têne kirin şermezar kir.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyan li gundê Hêcika yê Cindirêsê ciwanê bi navê Hisên Dalo revandin.

Torê diyar kir bi behaneya ku Hisên Dalo erka xweparastinê di dema Rêveberiya Xweser de pêk aniye hatiye revandin.

Hat diyar kirin çeteyan Dalo ber bi girtîgeha Meratayê ve birin.

Bi heman behaneyê jî çeteyan li Racoyê welatiyê bi navê Yelmaz Nasan revandin.

Hat ragihandin tevî ku Nasan birayên wî tune ne û erka xweparastinê pêk neaniye lê çeteyan ew bi vê hêcetê revandin.

Çeteyan Cîhad Elî li hember hezar dolarî berdan

Li aliyekî din jî çeteyan li hember 1000 dolarî fidye Cîhad Elî ji gundê Kotenlî yê Bilbilê berdan.

”Sûc li ber çavên cîhanê tê kirin, lê kes deng ji xwe nayne”

Rêveberiya Xweser a Efrîn û Şehbayê jî daxuyaniyek da, sûc û hovîtiya li herêmên dagirkirî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Di nava krîzên li Rojhilata Navîn û Sûriyê de, dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî gelên di bin dagirkeriyê de polîtîkayên herî hovane dimeşîne.

Rêveberiya Xweser îşaret bi sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî kir û eşkere kir ku ev sûc li ber çavên tevahî aliyên navnetewî tên kirin û got,

“Bêdengiya van aliyan tê wateya ku ew şirîkên van plan û binpêkirinan ne.”

Çeteyên dewleta Tirk 3 welatî li Efrînê revandin

Back to top button