Li Ezazê jinek tevî zaroka xwe hatin kuştin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku li bajarokê Telalîn ê Ezazê, ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de ye, jinek û zaroka wê hatine kuştin.

Rêxistinê da zanîn ku jina bi navê Helîma Ebdurehman El Şilîlî ji gundê Mer Şorîn ê Idlibê ye û li Ezazê bi cih bûye.

Beriya bên kuştin ji aliyê hin kesên nenas ve li bajarokê Telalîn ê Ezazê hatine revandin.

Cenazeyê wê û zaroka wê serjêkirî li gola Meydankê ye Efrîna dagirkirî hatine dîtin.

Rêxistinê destnîşan kir ku kesên Helîma revendiye, ji hevjînê wê Mutez Silêman El Şilîlî re nameyek şandine û gotine:

“Heke tu cenazeyên jin û keça xwe dixwazî, biçe Meydankê, beriya ku masî wan bixwin.”

Li herêmên dagirkirî yên Sûriyê, tevliheviya ewlehiyê serwer e.

Rojane sûc li dijî welatiyan tên kirin, bi taybet li dijî jin û zarokan.

Back to top button