Di bin însiyatîfa pêngava têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirina jinan a ji bo ewlekarî û aştiyê de, Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyek kiryarên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên şermezar kir.
Daxuyaniya li ber Navenda Kongra Star a Knatona Hesekê bi tevlibûna komîteyên Kongra Star û parêzeran hat dayîn.
Kongra Star daxuyakirin ku dewleta Tirk sembolên şoreşê yên ku li dijî rêxistina terorê ya herî xeternak a ku cîhanê ku ewlehî û aştiyê tehdîd dike dike hedef û got:
Di salvegera yekem a serhiladana “Jin Jiyan Azadî” li Minbicê, fermandar û şervanên Jin YPJ’ê hatin şehîd kirin.
Kongra Star teqezkir ku bi hedefgirtina YPJ’ê Yekitiya gelan dike hedef û ev bang kir:
Em bang li rêxistinên mirovî, saziyên mafê mirovan dikin ku ji bêdengiya xwe derkevin û bi erkên xwe rabin.
Piştî daxuyaniyê şandeyek ji 4 kesan ji parêzer û koordînasyona Kongra Star a Rojava berê xwe dan navenda hêzên Koalîsyonê ya li ser riya Til Temir- Hesekê û daxuyaniya nivîskî radestî wan kirin.