Li Zapê çalakiyeke nû: Gelek dagirker hatin kuştin

Gerîla careke din li zapê derbeke mezin li dagirkeran xist.
Qada çalakiyê vê carî Girê Amediyê bû.
Di vê opeasyona şoreşgerî ya ku bi navê şehîd Helmet Dêrelok hate li darxistin de li gor raighandina tirkiyê herî kêm 20 leşkerên wan hatine kuştin.
Her wiha rojnamevan kawa tolhildan jî kêliyên operasyona şoreşgerî ji raya giştî re ragihand.

Operasyona şoreşgerî ya şehîd Helmet Deralok

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li herêma Zapê li dijî dagirkerên li girê Amediyê operasyona şoreşgerî ya Şehîd Helmet Deralok lidar xistin.

Rojnamevan Kawa Tolhildan jî li Zapê derheqê rêveçûna operasyonê de agahî dan û diyar kir ku operasyon bi encam e û gelek cebelxaneya dagirkeran ketiye destê gerîlayan.

Li gor ragihandina Tirkiyê 20 leşkerên wan hatine kuştin

dewleta tirk a dagirker heta niha hewil dide li ser derba ku xwariye bigre.

Wezareta parastinê ya Tirkiyê ragihand ku di vê çalakiya gerîla de 9 leşkerên wan hatine kuştin 16 jî birîndar bûne.

Lê dîsa li ser hin hesabên medya dijîtal ên leşkerên dagirker agahiyên weke 20 leşker hatin kuştin 17 leşker bi giranî birîndarin jî tên belavkirin.

Ji bo rastî dernekvin ji leşkerên xwe re telefona bi qamere qedexe kirin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ku her carî daxuyaniyên wan ê derew bi rêka leşkerên wan ê li qada şer vala dihat derxistin vê carî ragihand ku wan li qadên leşkerî karanîna telefonên bi kamere û lems qedexekirine.

Erdogan piştî derbeya mezin biryara civîna ewlehî ya awarte da

Piştî vê darbeya mezin Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê bi serperiştiya Erdogan wê îro civîneke awarte li dar bixin.

Daxuyaniyeke din navenda ragihandin û çapemeniya HPG’ê jî heye.

HPG’ê ragihand ku gerîlayên azadiya Kurdistanê 11’ê çile li girê cûdî yê Zapê, li herêma Xakurkê, Metîna jî çalakî li dijî artêşa dagirker li darxist.

Di çalakiya bi koordîne ya gerîla de 14 dagirker hatin kuştin.

Back to top button