Rêveberiya Xweser li dijî êrîşan banga xweparastinê kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên duh yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, daxuyaniyek weşand.
Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta tirk bi wan êrîşan dixwaze têkçuyîna xwe veşêre.
Her wiha Rêveberiya Xweser li dijî êrişan banga xweparastinê kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişên duh derengiya şevê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, daxuyaniyeke nivîsekî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker siyasetên xwe yên sûc li dijî herêmên me didomîne.

Navendên xizmetguzariyê û binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc.

Dewleta Tirk derengiya şevê herêmên Tirbespiyê û Dêrikê bombebaran kirin.

Armanca van êrişan diyar e ku ewlehiya herêmê xirab bike û xeteriyên rasteqîn li ser hewldanên têkoşîna li dijî terorê çêbike. Êriş berdewama xeta qirkirin, koçberkirina şêniyan û valakirina herên mê ye.”

“Dewleta Tirk bi wan êrîşan dixwaze têkçuyîna xwe veşêre”

Rêveberiya Xweseriya di dewamê de diyar kir ku divê ew êrîşên qirêj werin sekinandin û got:

“Ev siyaseteke qirêj e, divê hişyarî li hemberî wê û xetereyên wê werin kirin.
Em diyar dikin ku divê ev êrişên li ser herêmên me werin sekinandin.
Her wiha em diyar dikin ku encamên êrişan li ser tevahî herêmê xetere ne.
Her wiha dixwaze gelê Tirk bixapîne û berê wan ji têkçûna xwe bikişîne.”

“Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li sazî û deskeftiyên xwe derkevin”

Rêveberiya Xweseriya herî dawî bang gelê herêmê kir ku deskeftiyê xwe biparêzin û got;

“Em bi gelê xwe hene. Divê gelên me armancên êrişan û siyasetên dijmin ên li dijî herêmê nas bike. Em bang dikin ku xwedî li saziyên xwe, parastinê û xweparastinê derkevin. Ji bo parastin û serkeftina projeya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş, erkên xwe bicîh bînin.

Projeya gelê me, vîn û israra wê rêya ber bi serkeftinê ye û têkbirina tevahî projeyên qirkirinê ye.

Divê rêxistinên hiqûqî û mirovî bi erkên xwe rabin û berpirsyariyên xwe bînin cih.”

Dewleta Tirk stasyona Petrolê ya Tirbespiyê bombebaran kir

Back to top button