Çalakgerên Nobetên Edaletê: Em azadiya Rêberê xwe dixwazin

Nobeta edaletê ya li Bajarên Bakurê kurdistanê bi biryardarî dewam dike.
Dayikên di Nobeta Edeletê de û kesên serdan kirin axivîn û gotin:
“Em ji bo serokatiya xwe amade ne ku her tiştî bikin. Em azadiya serokatiya xwe dixwazin.”

“Em azadiya rêber û girtiyên xwe dixwazin.”

Li her bajarekî ku nobeta edaletê lê tê girtin ev daxwaz tê gotin.

Çalakiya Nobeda Edeletê ya li Mêrdînê di roja 7’an de bi serdanan dewam dike.

Dayikên Aştiyê di çalakiyê de gotin:

”Em azadiya rêber Abdullah Ocalan dixwazin.”

Nobetên Edaletê yên li Mêrsîn û Edeneyê bi tevlîbûna gelek kesan di roja 40’emîn de dewam kirin.

Di çalakiya li bajarê Edene yê de daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û hemû girtiyan hat kirin.

Li Îzmîrê jî nobetê 9 roj li dû xwe hişt.

Hevseroka HDP’ê ya Bûcayê Nûrşen Ataman ku serdana nobetê kir wiha got:

“Li dijî tecrîdê divê em xwedî li serokê xwe derkevin, her wiha divê hemû malbat piştgiriya çalakiyan bikin.”

Nobeta Edaletê ya Stanbolê ku di 13’ê Kanûnê de dest pê kir, hîna jî didome.

Hevseroka GOÇ-ÎZDER’ê Kamile Kandal li vir axaftinek kurt kir, diyar kir ku têkoşîna dayikên ji bo edaletê hatin cem hev pîroz e û got:

”Em berxwedana li girtîgeh û derveyî girtîgehê silav dikin û dixwazin di zûtirîn dem de hevdîtin bi birêz Abdulah Ocalan re bê kirin.”

Back to top button