YPG: Em ê mîrateya hevrê şehîd Xebat Dêrik biparêzin

Fermandariya Gîştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi boneya 12’ê mîn salvegera şehadeta Demezirînerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xebat Dêrîk, daxuyaniyek nivîskî weşand.Fermandariya YPG’ê destnîşan kir ku ew ê mîrateya Şehîd Xebat Dêrik û bi hezaran hevrêyên xwe yên şehîd biparêzin.

Sibe 12’ê mîn salvegera şehadeta Demezirînerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Xebat Dêrîk e.

Bi boneya rojê Fermandariya Gîştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivîskî weşand.

Fermandariyê diyar kir ku rêheval Xebat di temenê xwe yê ciwan de ji fikrên Rêber Apo bandor bû û got:

“Rêheval Xebat di gelek qadan de erka xwe ya şervantî û fermandartiyê bi layiqî bi cih anî.
Li ser bingehê fikir û felsefeya Rêber Apo, amadekariyên destpêkê yên şoreşa Rojava kir.
Di berdêla keda 20 salan a Rêber Apo ya li Rojava , bingehê modela Neteweya Demokratîk bi pêşengiya rêheval Xebat hate pratîk kirin. ”

YPG: Hevrê Xebat Dêrik rê li ber avakirina YPG’ê vekir

Fermandariyê eşekre kir ku rêheval Xebat ji bo avakirina hêzeke leşkerî, gelek hewl da û rê li ber avakirina YPG’ê vekir û wiha domand:

“Hêza ku îro li Rojava û Sûriyeyê herî zêde li dijî terorê şer dike û gelek komên çete û terorîst ji holê rakir YPG bi xwe ye.

Ji ber vê yekê ger îro YPG ji aliyê gelên bindest ve hatibe hembêzkirin, ev bi saya şehîd Xebat Dêrik û bi hezaran hevrêyên me yên şehîd e.

Ger tirs û fikarên ku DAIŞ’ê li cîhanê afirandiye ji holê rabû, ev bi saya hêza ku Şehîd Xebat pêşengiya wê kir û ruhê wî temsîl dike ye.”

YPG: Em ê şopdarê rêya fermandar Xebat Dêrik bin

Fermandariya Gîştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) herî dawî ev peyam da:

“Destkeftiyên ku îro hatin bidestxistin, bi saya fedekariya şehîd Xebat Dêrik û 12 hezar şehîdan hatin bidestxistin.

Divê em hemû şopdarên rêya fermandar Xebat û tevahî şehîdên xwe bin.

Her kesê li ser vî esasî têdikoşe, divê têkoşîna Fermandar Xebat Dêrik ji xwe re esas bigire. “

Back to top button