Bayram Kizartici: Krîzên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi tecrîdê ve girêdayî ne

Berdevkê Koordînasyona Înîsiyatîfa 78’an Bayram Kizartici û Rêveberê Şaxa ÎHD’a Wanê parêzer Heval Sînan Aras bal kişandin ser tecrîda li ser Rêber Apo û destnîşan kirin ku divê li dijî tecrîdê yekîtiya hêza civakî bê avakirin û gotin:
“Li welat gava yekem a ji bo pêkanîna demokratîkbûnê, rakirina pergala tecrîdê ye
Çareseriya pirsgirêka kurd dê hemû pirsgirêkan ji holê rake.”

Ev 34 mehin agahî ji Rêber Apo nayê girtin û dagirkeriya tirkiyê her ku diçe tecrîdê girantir dike.

Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” ku li dijî tecrîda sîstematîk a li Îmraliyê di 10’ê Cotmeha 2023’an de hate destpêkirin, didome.

Berdevkê Koordînasyona Înîsiyatîfa 78’an Bayram Kizartici pergala tecrîdê ya li dijî Rêber Apo nirxand.

Bayram Kizartici diyar kir ku Rêber Apo di aştiya civakî de xwedî cihekî girîng e û got:

“Bi milyonan kes Abdullah Ocalan wekî rêberê neteweyî qebûl dikin.
Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Krîzên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bi tecrîdê ve girêdayî ne. Her kes ji tecrîdê berpirsyar e.”

Bayram Kizartici: Her tecrîd kurtir dibe pirsgirêk zêde dibe

Kizirtici anî ziman ku hem li herêmê û hem jî li qada navneteweyî gelek hêzên siyasî girîngiyê didin fikrên Rêber Apo û wiha domand:

“Paradîgma û ramanên wî wekî felsefeya xwe ya rizgariyê dihesibînin.

Her ku tecrîd kûrtir dibe, pirsgirêk jî zêde dibin.

Çareseriya pirsgirêka kurd dê hemû pirsgirêkan ji holê rake.”

Bayram Kizartici: Yekane armanca me têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê ye

Bayram Kizartici diyar kir ku girtiyên li girtîgehan ji bo pêkanîna demokrasî û aştiyê li dijî pergala faşîst a heyî neçar mane ku bedena xwe bidin ber birçîbûnê û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Divê em vî barê girtiyan hilgirin ser milê xwe û bertekên xwe bi awayekî zelal û vekirî bînin ziman.

Yekane armanca me têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê ye.”

Prz. Aras: Gava yekem a ji bo pêkanîna demokratîkbûnê rakirina pergala tecrîdê ye

Derbarê heman mijarê de Endamê Rêveberiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê parêzer Heval Sînan Aras jî diyar kir ku Tirkiyê bi tecrîdê hemû hiqûq binpêkirine û got:

“Li welat gava yekem a ji bo pêkanîna demokratîkbûnê, rakirina pergala tecrîdê ye.

Bi tecrîdê dixwazin ku bandora Abdullah Ocalan a li ser gelê kurd û daxwazên demokratîk kêm bikin.

Tecrîda li dijî girtiyên siyasî bi destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê re hatiye kûrkirin.

Ji bo ku ji çalakiya greva birçîbûnê encam neyê wergirtin vîtamînan nadin girtiyan.

Divê tecrîd di rojeva herkesî de be.”

Çalakvanên Başûr: Divê hemû Kurd daxwaza rakirina tecrîdê bikin

Back to top button