81 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed yê ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 81 rojin agahî jê tune.
Her ku diçe guman û xeteriya li ser jiyana Silêman zêde dibe.
PDK’ê jî rê nade parêzer û malbatê ku hevdîtinê pêre bikin.

Rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed, 81 rojin ji aliyê PDK’ê ve li ser sînorê Sêmalka hatiye revandin.

Ji wê demê ve tu agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin.

Piştî revandina wî, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek nerast gefa cezakirinê lê kir û îtîraf kir ku wan wî revandine.

Ajansa Rojnews’ê hemû tometên nerast asayîşa PDK’ê şermezar kirin û banga serbest berdana wî kirin.

Yek ji parêzerên Silêman, Ehmed Nermîn Ehmed diyar kir ku ji dema revandina Silêman, hewl didin ku wî bibînin lê PDK’ê rê nade ku hevdîtinê bikin.

Herî dawî jî, 2’yê Çile tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed çûn dadwerê ji bo hevdîtinê.

Lê cereke din parêzer ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve hate astengkirin.

Ev 80 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button