Ermenîstan: 3 leşkerên me li ber sînorê Azerbeycanê hatin kuştin

Di navbera Ermenîstan û Azerbeycanê de careke din şer derket.
Di şerê li ber sînor rûdayî de 3 leşkerên Ermenîstanê hatin kuştin.

Li gorî ajansa AFP’ê, Wezareta Parastinê ya Ermenistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di encama opersyonên hêzên çekdar ên li dijî êrişên hêzên Azerbêcanê de, 3 leşkerên Ermen hatine kuştin û 2 birîndar bûne.

Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê jî ragihand ku hêzên Azerbêcanê seat di 3:40’an de êrişek li dijî baregehên Ermenistanê pêk anîn û piştre şer derket.

Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê jî ji aliyê xwe ve daxuyaniyek da.

Wezaretê ragihand ku şer derdora seat di 00.50’an de dest pê kir.

Bakoyê hêzên Ermenistanê bi bikaranîna çekên sivik û bombeyan tawanbar kir.

Back to top button