Dadgeha Destûra Bingehîn a Perûyê ji bo Serokê berê Alberto Fujîmorî yê ku ji ber sûcên ‘gendelî’ û ‘îstismarkirina wezîfeyê’ 25 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, biryara berdana lezgîn da.
Fujîmorî ku 16 salan di girtîgehê de bû, piştî biryarê roja Çarşemê 6ê Kanûnê ji girtîgehê derket.
Lê serbest berdana Alberto fujîmorî ji aliyê parêzvanên mafê mirovan ve hat rexne kirin.
Fujîmorî ku di dema serokatiya xwe ya salên 1990-2000’î de ji ber îstîsmarkirina deshilatê, bertîl û kuştinên derveyî hiqûqê 25 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn
Ji sala 2007’an û vir ve li Perûyê girtî bû. Alberto fujîmorî ji ber gendelî û binpêkirina mafan hatibû girtin.
Dadgeha destura bingehîn di sala 2017’an de biryara efûyê da lê biryar hat betal kirin.
Alberto Fujîmorî 2007’an ve li Perûyê di girtîgehê de bû
Lê belê dadgeha jêrîn di biryara xwe ya 1’ê Kanûnê de îdia kir ku rayeya berdana wî nîne û biryara der barê Serokkomarê berê de dîsa ji Dadgeha Destûra Bingehîn re hişt.
Serokê berê Pedro Pablo Kuczynski di sala 2017an de ji ber hincetên însanî ji bo Fujîmorî efûyek derxistibû.
Ev biryara dadgeha destura bingehîn ji bo berdana fujîmorî hatibû betal kirin
Dadgeha destura bingehîn 2017’an de biryara efûyê da
Fujîmorî ku ji sala 2007’an de ji Şîlî radestî Perûyê hate kirin ve di girtîgehê de ye, bi makîneya nefesê û maskeya li ser rûyê xwe ji girtîgehê derket.
Endamên malbatê dema Fujîmorî ji girtîgehê derket pêşwaziya wî kirin.
Dema endamên malbatê kêfxweşiya xwe anîn ziman, parêzvanên mafê mirovan jî nerazîbuna xwe ya li dijî vê biryarê serbest berdanê aşkere kirin.
Parêzvanê mafê mirovan berdana fujîmorî rexne kirin
Parêzvanên mafê mirovan serbest berdana Fujîmorî rexne kirin û diyar kirin ku Perû di têkoşîna xwe ya li dijî gerîlayên bi navê “Rêya Şewqê” de binpêkirinên mezin ên mafên mirovan pêk anîne.



