Şerê Îsraîl û Hemasê: 63 Roj

Şerê navbera Îsraîl û Hemasê roja xwe ya 63’an jî diqedîne.
Di navbera aliyan de li Şerîda Xezayê şerên dijwar diqewimin.
Jimara filistîniyên di şer de heta niha hatine kuştin 17 hezar derbas kir.
Hemwextî vê, Îsraîlê bi dijwarî êrişî başûrê Libnanê kir.

Şerê di 7’ê Cotmehê de destpê kir kete roja 63’an.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê ragihand ku li Xezeyê heta niha 17 hezar û 177 kes hatine kuştin.

Ji van ji sedî 70 jê jin û zarokên di binê 18 salî de bûn.

Hate ragihandin ku îro li bajarên herî mezin ên Şerîda Xezayê û derdora wê şer qewimî ye.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku li nêzî bajarê Xezeyê di êrîşan de 40 kes, li Cebaliye û Xan Yûnûs a li başûrê herêmê jî ‘bi dehan kes’ hatin kuştin.

91 Leşkerên Îsraîlê hatin kuştin

Li gorî bîlançoya dawî ya artêşa Îsraîlê jî, kurê endamê Kabîneya Şer a Benyamîn Netanyahû Gadî Eîsenkot jî di nav de li Xezayê 91 leşkerên Îsraîlê hatin kuştin.

Artêşa Îsraîl jî îdia dike ku ev jimar 89’e.

Li Başûrê Lubnanê bombardûmana giran

Li gorî medya Libnanê, li başûrê welêt şevê din ji aliyê Îsraîlê ve bi giranî hate bombekirin.

Li gundê Mecdel Zûn ê Îsraîlê di êrîşeke li ser malekê de kesek mir, sê kes jî birîndar bûn.

Tûgaya Qûdsê ku baskê leşkerî yê Cîhada Îslamî ya Fîlîstînî ye, ragihand ku êvara Pêncşemê li başûrê Lubnanê 2 şervanên wan hatine kuştin.

2023’an li seranserê cîhanê piraniya wan li Xeza 94 rojnameger hatin kuştin

Li aliyekî din, Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji despêka salê ve heta niha 94 rojnamevan li seranserê cihanê di dema şopandina şerên heyî de hatine kuştin.

Ji van 68 tenê li Xezayê dema şopandina şerê navbera Îsraîl û Hemasê de hatine kuştin.

Back to top button