Îsraîl êrişî kampa koçbera kir: 23 Kes mirin

Artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezayê êrişên xwe dijwar kiriye.
Di êrişa li ser du kampan de, bêtirî 23 kes mirin û gelek jî birîdar bûn.
İsrail ordusu: Han Yunus’un kalbine girdik, hedefli baskınlar yapılıyor
Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ketine dilê Xan Yûnûs û li xalên hatine destnîşan kirin dixîn.
Sekreterê Giştî yê NY Guterres banga rawestandina şer dike û Îsraîl vê yekê weke hevkariya Hemasê pênase dike.

Êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Şerîda Xezayê dewam in.

Balafirên şer saetên siharê malek li Kampa Penaberan a Mexazî ya li bajarê Dêr el-Belahê kirin armanc.

Li gorî medya herêmê di êrişê de herî kêm 17 kes mirin û gelek jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê her wiha li Kampa Penaberan a Şebora ya li bajarê Refahê ya li başûrê Şerîda Xezayê jî kir armanc.

Di êrişê de 6 kes hatin kuştin.

Cenazeyê kesên di êrişê de hatine kuştin li gorên komî hatin veşartin.

Ji despêka şerê navbera Îsraîl û Hemasê heta niha 16 hezar û 248 Filistînî hatine kuştin.

Her wiha 43 hezar û 616 jî birîndar bûn e.

Artêşa Îsraîlê: Em ketine nava dilê Xan Yûnûsê

Hemwextî van êrişan Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ketine nava dilê Xan Yûnûsê û êrişî xalên hatine destnîşankirî dikin.

Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku hêzên wan li Xezayê cara despêkê operasyonek “di dilê Xan Yûnûs” de pêk anîn.

Di daxuyaniya hatî dayîn de hate gotin, leşkerên Îsraîlî “dest bi êrişa li dijî xalên hatine destnîşankirin kiriye.”

Li gorî rapora Sendîkaya Rojnamevanên Filistînê; heta niha 75 rojnamevan di şerê heyî de hatine kuştin û nêzî 80 jî birîndar bûne.

Guterres banga çalakkirina madeya 99 a peymana NY`yê kir

Sekreterê giştî yê NY`yê António Guterres çalakkirina madeya 99 a peymana NY`yê ragihand.

Ev made, ya herî xurt di peymanê de.

Antonio Guterres hişyarî da ku şerê li Xezayê, gefên li dijî aştî û ewlehiya navneteweyî bixe xetereyê.

Madeya 99’an bi dehan sale nehatiye bikaranîn.

Ev made rê dide Sekreterê Giştî yê NY ku endamên Konseya Ewlekariyê ya NY ji rewşa aştî û ewlehiya navnetewî agehdar bike.

Îsraîl: Agirbest tê wateya mayîna Hemasê

Nûnerê daîm ê Îsraîlê li NY`yê Gilad Erdan banga Guterres red kir û got:

“Ev bang delîlên pêşbaweriya Guterres li dijî Til Evîvê ne.

Banga agirbestê jî, tê wateya, mayîna desthilata Hemasê li Xezayê ye.”

Back to top button