HPG’ê nasnameyên 6 gerilayên li Xakurkê şehîd bûne eşkere kir

HPG’ê nasnameya Fermandariya Eyaleta Xakurkê Ronahî Tendurek û 5 gerîlayên YJA Starê eşkere kir.
HPG’ê da diyarkirin ku hevrêyên me bi rengê Berîtan jiyan kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî nasnameya 6 gerîlayên şehîd eşerke kir.

HPG’ê diyar kir 29’ê Çileya 2018’an di êrişa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de endama Fermandariya Eyaleta Xakurkê Ronahî Tendurek û gerîlayên YJA Starê Pervîn, Derya, Dîlan, Rewşen û Destan şehîd bûne.

“Hewrêyên me bûn milîtanên mînak ên PKK û PAJK’ê”

HPG’ê têkîldarî têkoşeriya gerîlayên şehîd wiha got:

“Hevrêya me Ronahî yek ji milîtanên pêşeng a xeta azadiyê jinê bû û fermandarek hêja bû.

Di 26 salên di nava têkoşîna me ya azadiyê de gelek serketin bi dest xistin.

Weke xwediyê jiyaneke bi wate bi layiqî nûneriya nasnameya jina azad kir.

Hevrê Pervîn bi zanabûna jina azad û têkoşînê bû îlham

hevrê derya di jiyan û şerê xwede jîr, gihîştî û destsivik bû.

Hevrêya me Dîlan her tim li ser armanca xwe ya rêbertiya azad û kurdistana azad meşiya

hevrêya me rewşen li warê bêrîtanan mîna bêrîtanan jiya

armanca hevrêya me destan xwe gihandina kesayeta jina azad bû

Hevrêyên me Pervîn, Derya, Dîlan, Rewşen û Destan jî bi têkoşîna xwe bûn mîlîtanên mînak ên PKK û PAJK’ê. ”

HPG’ê ji malbatên hêja yên şehîdan û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest û got:

“Em soza xwe dubare dikin heta ku xeyala ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad’ a hevrêyên xwe pêk tînin.”

HPG’ê nasnameyên 6 gerilayên li Xakurkê şehîd bûne eşkere kir

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên gerîlayên şehîd wiha ye:

Nasnav: Ronahî Tendurek
Nav û Paşnav: Şukran Çîftçî
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayik: Zerîf
Navê Bav: Mûsa
Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Çileya 2018’an / Xakurkê

Nasnav: Pervîn Viyan
Nav û Paşnav: Roya Tendurist
Cihê Jidayikbûnê: Urmiye
Navê Dayik: Gulçîn
Navê Bav:Halîs
Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Çileya 2018’an / Xakurkê

Nasnav: Derya Denîz
Nav û Paşnav: Jiyan Çelîk
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik: Şemsî
Navê Bav: Fikret
Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Çileya 2018’an / Xakurkê

Nasnav: Dîlan Cûdî
Nav û Paşnav: Canan Tatli
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik: Taybet
Navê Bav: Îbrahîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Çileya 2018’an / Xakurkê

Nasnav: Rewşen Ekîn Zagros
Nav û Paşnav: Sila Akyuz
Cihê Jidayikbûnê: Edene
Navê Dayik : Hanîfe
Navê Bav: Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Çileya 2018’an / Xakurkê

Nasnav: Destan Denîz
Nav û Paşnav: Kader Akkaya
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik: Nuriye
Navê Bav: Yilmaz
Cih û Dîroka Şehadetê: 29’ê Çileya 2018’an / Xakurkê

Back to top button