Dadgeha Temîzê ya Hewlêrê li girtiyên Behdînan 6 sal cezayê girtîgehê birî

Dadgeha Temîzê ya Hewlêrê 6 sal cezayê ku li rojnameger û çalakvanên Behdînanê hatibû birîn, erê kir.
Yek ji parêzerên girtiyên Behdînan Mihemed Abdullah diyar kir ku biryar ne qanûnî ye û zilmeke mezin e. Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafê Rojnamegeran jî bi daxuyaniyekê bang li serokê herêma başûrê Kurdistanê kir ku biryara efûyê ji bo girtiyan derbixe.

16’ê Sibatê Dadgeha Ceza ya Hewlêrê li rojnameger û çalakvanên Behdînan 6 sal cezayê girtîgehê birî.

Piştî biryarê parêzaran biryar îtiraz kirin û li serî li Dadgeha Temîzê dan.

Tevî hemû nerazîbûn û bertekên navxweyî û navneteweyî jî Dadgeha Temîzê ya Hewlêrê ev ceza 27’ê Nîsanê erê kir.

Piştre careke din 20’ê Gulanê parêzaran biryara Dadgeha Temîzê îtiraz kir ku biryarê li ber çavan re bû derbas kirin.

Lê, îro parêzerên dozê ragihand ku 20’ê Hezîranê Dadgeha Temîzê biryar weke heyî erê kir.

”Biryar ne qanûnî ye”

Endamê Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînan Mihemed Abdullah diyar kir ku wan bersiva sererastkirina biryarê îro girt û got,

Wê biryara cezakirina 5 rojnameger û aktîvîstên Behdînan pêk were û biryar jî di 20’ê Hezîranê de hatiye derxistin.

Mihemed Abdullah anî ziman ku wan ji Desteya Giştî xwestiye ku biryarê rast bike, lê daxwaza wan hate redkirin.

Mihemed Abdullah destnîşan kir ku biryar ne yasayî ye û zilmek mezin li wan rojnameger û çalakvanan tê kirin.

Banga derxistina efûyê ji bo girtiyan hat kirin

Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafê Rojnamegeran jî ragihand ku biryar berevajî daxwaza wan û rêxistinên mafê mirovan e.

Navenda Metro bang li serokê heêrma başûrê Kurdistanê kir ku biryara efûyê ji bo girtiyan derbixe.

Back to top button